Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî goreke DAIŞ a bi kom li Şengalê dîtin

Goreke bi kom a qurbaniyên sivîlan ku berî du salan ji aliyê "Dewleta Islamî" (DAIŞ) hatin kuştin li Şengalê, li rojavayê Mûsilê, hatin dîtin, polîsê Iraqî li Nînewa roja Sêşemê (3ê Cotmehê) got.

"Hêzên ewlekariyê bermahiyên zêdetirî 30 qurbaniyên ku berî du salan li yek cihî ji aliyê DAIŞ hatine kuştin û binaxkirin dîtin," berdevkê polîsê Nînewa eqîd Riyad Obêd ji Diyaruna re got.

Ev cara duyemîn e ku di mehekê de goreke DAIŞ tê dîtin, wî got.

"Me dest bi derxistina terman kir daku nasnameyan wan nas bikin û malbatên wan agadar bikin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500