Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî şanên DAIŞ li Diyalayê têk dibin

Du êrîşên serbazî dest pê kirine daku şanên "Dewleta Islamî" (DAIŞ) li parêzgeha Diyalayê têk bibin, Fermandarê Operesyonên Dicleyê ferîq Mizhir Ezawî îro Sêşemê (3ê Cotmehê) got.

"Hêzên artêş û polîs ên hevbeş dest bi operesyoneke serbazî yên berfereh kirine li ser du cebheyan daku şanên DAIŞ biçewisînin li bexçeyan û deverên derdorê li navçeya Benî Saed, başûr û rojavayê Baqûbayê," Ezawî di daxuyanîyekê de got.

Operasyonê îro sibehê dest pê kir li ser bingeha agahîyên istixbaratî yên deqîq derbarê şanên DAIŞ li wan deveran, wî got, wî anî ziman jî ku "operasyon dê berdewam bike heta armancên wê werin cîbicîkirin".

"Hin hêzên ewlekarî din ji Fermandariya Operasyonên Dicleyê dest bi êrîşekê kirin daku bi dû endamên DAIŞ bikevin piştî ku li Hewd Zorê, li bakurê Miqdadiyê bi wan re şer kirin," wî got.

Ezawî got ku encamên van her du operesyonan nêzîk dê werin îlankirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500