Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî dora nîvê Hiwêcayê rizgar dikin

Hêzên Iraqî bêtir ji 40% ji Hiwêcayê rizgar kirine piştî du hefteyan ji destpêkirina êrîşê daku "Dewleta Islamî" (DAIŞ) ji herêmê der bixin, Fermandariya Operesyonên Hiwêcayê îro Sêşêmê (3ê Cotmehê) got.

"Hêzên me berdewamin di pêşveçûnê de li dverên ku li jêr kontrola DAIŞ in û gelek xesaran tîne serê rêxistinê," ferîq Ebdul Emîr Reşîd Yarela di konferensekî çapamenîyê de got.

Heta aniha pêncî gund, sê bajarok, navçeya Reşîd, Balefirgeha Debi'i, çiyayên Hemrînê û zevîyên neftê yê Alasê hatine rizgarkitrin, wî got.

"Hêzên Iraqî aniha tenê çend kîlomitran dûrî navenda Hiwêcayê ne," wî an ziman.

NY îro Sêşemê got ku dora 12,500 kes ji Hiwêcayê reviyane ji destpêka operesyona serbazî ve.

"Di betlaneya dawîya hefteyê de, hejmara xelkên ku ji şer reviyane bûye zêdeyî 7000 bêwaran di hefteya pêşî ji operesyonê ... gihaye 12,500 kesan heta şeva borî," ofîsa karûbarên mirovî ya girêdayî NY (OCHA) di daxuyanîyekê de got.

"Hejmara tam a xelkên ku hîn li Hiwêcayê ne ne diyar e, lê dibe ku bigihe 78,000an" wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500