Nûçeyên Iraqê

Dest danîne ser 19 navgînên bombekirî li Bexdayê

Plana ewlekarîyê ya Hikûmeta Iraqî ji bo meha Muheremê li Bexdayê serkeftî bû, Fermandariya Operasyonên Bexdayê îro Duşemê (2ê Cotmehê) got.

Wan dest danî ser dora 20 navgînên bi teqemenîyan barkirî berî ku karibin derbasî paytextê bibin û welatîyên ku Aşurayê pîroz dikin bikin armanc, fermandariyê di daxuyanîyekê de got.

"Wan nehişt ku nozdeh navgînên bi teqemenîyan barkirî derbasî Bexdayê bibin û terorîstekî ku çar bombeyên bidestçêkirî (IEDs) û roketên arastekirî pê re bûn hate girtin," daxyanîyê got.

Zêdeyî vê yekê, sê xwekujên ku plan dikirin ku xwe di nav mêvanên olî de li Bexdayê biteqînin hatin kuştin berî ku ew ji bingeha xwe li Kermayê, başûr û rojavayê Bexdayê derkevin, di operesyoneke parêzî de, daxuyaniyê parve kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500