Nûçeyên Iraqê

NY: Îsal bêtirî du milyon penaberên nû hene

Serokê rêxistina penaberan a NY roja Duşemê (2ê Cotmehê) got ku krîz, tundutûjî û îşkencekirin li Sûriyê, Myanmar, Başûrê Sûdanê û cihên din îsal bêtirî du milyon kes neçar kirin ku weke penaber birevin, AFP ragihand.

Di dawiya 2016an de, rekoreke ji 65.6 milyon kesan li ser asta cîhanî ji warên xwe derketin, ku 22.5 milyon ji wan weke penaber tomarkirî ne.

"Bêhêvîbûna bi milyonên zilam, jin û zarokan ku ji malên xwe derdikevin, û berê xwe didin jiyaneke ne ewle, nîşaneke şermê li ser wijdanê me tevan," Filipo Grandi di civîna salane ya Komîteya Bicihkar a UNHCR li Cenêvê got.

Sûriya ku şer ew qetandiye hîn xwediya mezintirîn hejmara awareyên bizorê ye, ku sivîlên li wir hîn ji ber şer zehmetiyan jiyan dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500