Nûçeyên Iraqê

Du teqîn li Şamê herî kêm 11 kesan dikujin

Du teqînên xwekujî li bingeheke polîsan dan li Şama paytexta Sûriyê roja Duşemê (2ê Cotmehê), medyaya hikûmî ragihand, çavdêrgehek jî dibêje ku herî kêm 11 kes hatine kuştin.

Wezareta Hundir got ku du êrîşkarên xwekuj xwe li ber bingeheke polîsan li taxa Mîdan a li başûrê Şamê teqand, û bûn sedema "mirina hejmarek ji sivîlan û hejmarek ji polîsan", AFP ragihand.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku herî kêm 11 kes di êrîşê de hatin kuştin, di nav wan de şeş polîs.

Rewangehê herwiha ragihand ku otombîleke bombekirî di dema êrîşê de hat teqandin, lê medyaya hikûmî behsa teqîna sêyem nekir.

Wezîrê Karûbarên Hundir Mihemed Şear ji nûçegihanan re got ku yek ji êrîşkaran karî derbasî bingeha polîsan bibe û bigihe deriyê yekem ê avahiyê.

Televizyona fermî wêneyên ziyanê ji nav avahiyê nîşan dan, ku gumlekekî reş ê polîsan ku hemû toz bû di nav kavilên dîwanên ku beşek ji wan herifî bûn de.

Aliyekî tam ji odeyekê li qata yekem ji ber teqînê wêran bibû, û nav tişta mayî, parçeyên tewandî ji hesin di nav kavilan de belavbûyî bûn.

Polîsan laşê kesekî ji cihê bûyerê rakirin ku bi cawê sipî pêçayî bû.

Menal, ku mamosteyeke 28 salî ye ku li Mîdan dijî, got ku wê paşnîvroya roja Duşemê dengê herî kêm du teqînan kir.

"Ez ji ser kar vedigeriyam dema ku min dengê teqînekê bihîst, ew dora saet 2:30ê paşnîvro bû, min nizanîbû dengê çi ye, û piştî çend deqeyan dengê teqîneke din hat ligel hejîna avahiyan," wê got.

Ev çendî car in ku Şam dibe armanca teqînên ku bûne adetî li seranserî krîza Sûriyê, di nav wan de çend êrîşên berê li Mîdan, ku navçeyeke niştecihbûnê û bazarkirinê ye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500