Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî maleke bêhnvedanê ya DAIŞ li başûrê Bexdayê wêran dikin

Maleke bêhnvedanê ya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li başûrê Iraqê hat wêrankirin û şeş gumanlêkirî hatin girtin di operasyoneke hevbeş a berfireh a polîs û artêşê de, Wezareta Hundir a Iraqî roja Duşemê (25ê Îlonê) got.

"Hêzên Iraqî avêtin ser avahiyeke niştecîbûnê û dest danîn ser 17 bombeyên bidestçêkirî, kembereke bombekirî, hawin, û çekên sivik û yên navînce," berdevkê wezaretê emîd Saed Maen, got.

Wan herwiha gumanbarek girt ku li pêwendiya xwe bi şaneyeke terorîst re ku avahî weke baregeh bikar tanî mukir hat, wî got.

"Operasyona, ku berbanga Duşemê li Ubeyd li başûrê Bexdayê hat pêkanîn, bû encama girtina pênc gumanbaran," wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500