Nûçeyên Iraqê

NY komîteyeke lêkolînê derbarê kiryarên hovane yên DAIŞ li Iraqê pêk tîne

Encumena Ewlekariyê ya NY roja Pêncşemê (21ê Îlonê) bi komdengî biryar da ku tîmeke lêkolînê pêk bîne ji bo komkirina belgeyan li ser komkujiyên derheqê kêmîneya Êzîdî û kiryarên hovane yên din ku ji aliyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve hatine pêkanîn, AFP ragihand.

Brîtanya reşnivîsa wê biryarê pêşkêş kir ji bo alîkariyê bike di anîna encamderên tawanên şer ên DAIŞ li pêş dadweriyê -- parêzera mafên mirovan a navdewletî Amal Kloony serokatiya wê destpêşxeriyê dikir û di dengdanê de amade bû.

Parêzera Libnanî-Brîtanî nûneratiya jinên Êzîdî dike yên ku dîl hatin girtin û weke koleyên seksî ji aliyê DAIŞ ve hatin bikaranîn dema ku herêma Şingal a Iraqî dagir kir di Tebaxa 2014an de.

Kloony, hevjîna akter George Kloony ye, li cem Nadiya Murad rûniştî bû, rizgarbûyeke Êzîdî ji koletiya DAIŞ, dema ku encumenê biryar li ser vê tedbîrê da.

"Ev biryar serkeftineke ji qurbaniyên DAIŞ re yên ku bo demeke dirêj ji bo dadperweriyê şer kirine," Kloony di daxuyaniyekê de got.

"Bi rêya dengdana xwe ya bi komdengî îro NY nameyeke xurt dişîne ku DAIŞ nema dikare jensîdan pêk bîne, yan jî tawanên dijî mirovatiyê û tawanên şer bêyî ku were cezakirin. Û dibe ku ev qurbanî bi rêya dadgehê bigihin mafê xwe."

Li gorî vê biryarê, Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres dê di dema 60 rojan de hûragahiyan derbarê erkdarkirina paneleke lêkolînê bide encumenê, ew panela ku dê ligel berpirsên Iraqî kar bike.

Lêkolîner dê belgeyan derbarê "tawanên şer, tawanên dijî mirovatiyê yan jî jenosîdan" kom bike daku dadgehên Iraqî bikar bînin û çekdarên DAIŞ ceza bikin, li gorî biryarê.

Piştî dengdanê, Murad spasiya xwe ji Encumena Ewlekariyê re nîşan da li şûna qurbaniyên Êzîdî.

"Ez hêvî dikim ku em bikaribin niha bilez vê tîmê pêk bînin bi karînên xurt û dest bi kolandina gorên komî û komkirina belgeyan bikin," Murad di daxuyaniyekê de got.

"Tevî ku DAIŞ li ser erdê hat şikandin, qurbanî bi hewceyî edaletê ne daku baş bibin û vegerin ser xwe û em hêvî dikin ku ev biryar dê destpêka vê proseyê deyne."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500