Nûçeyên Iraqê

Hêzên Sûriya Demokratîk çekdarên DAIŞê yên dawî ji Reqayê der dixe

Hêzên Sûriya Demokratîk îro Pêcşemê endamên "Dewleta Islamî" (DAIŞ)çên mayî ji asêgeha wan ya Sûrî Reqayê der dixistin.

Hêzên Sûriya Demokratîk û hêzên taybet êmn Amerîkî dest bi operesyona paqijkirinê li Reaqyê kirin," Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Rewangehê got ku tund hîn di penagehên li jêrzemînê li beşekî li orta bajar xwe vedişêrin, cihê ku stada fotbolê û avahiyên hikûmetê ên berê li hebûn.

Lê operesyon ji ber mayînên ku ji aliyê tundrewan ve hatibûn çandin hêdî bûbû, wî got.

QSD, hevbendiyeke ku ji şervanên Kurd û Ereb pêk tê, şerê DAIŞê li Reqayê dike ji meha Hezîranê ve piştî ku ew çend meha dorpêç kiribûn.

Roja Çarşemê QSD got ku ew di "pêngava dawî" de ne daku bajarê bakurî ji rêxistinê bistînin.

"Em raçav dikin ku ev pêngavên dawî ne ji kampanyaya Xezeba Feratê, yên ku nêzîk dê bi dawî bibin," daxuyaniyekê got.

QSD got ku wê "êrîşeke nişkî" li ser DAIŞê pêk anî li bakurê Reqayê, cihê ku tundrew sê mehan lê hatine dorpêçkirin

Bi deh hezaran kesên sivîl ji şer reviyan di van mehên dawî de, lê dibe ku hîn dora 15,000 di hundir de dorpêçkirî ne, li gor ofîsa NY ji bo Kevahingiya Karûbarên Mirovî (OCHA)

"Em texmîn dikin ku bêtir ji 15,000 kesên sivîl li Reqayê dorpêçkirî mane, tevî ku zehmet e em hejmarên tekez eseh bikin ji ber rewşa li ser redê," Linda Tom ya ku ofîsa NY ji bo Kevahingiya Karûbarên Mirovî de kar dike got.

Li gor wê, kesên sivîl, piraniya wan jin û zarok in, "rastî şerûmercên gelekî zehmet tên", di nav wan de xwarin, av û kêmasiyên bijîşkî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500