Nûçeyên Iraqê

Wezîrê Berevaniyê: Heta dawiya sala 2017an hemû Bajarên Iraqî dê werin rizgarkirin

Hemû bajarê Iraqî bi awayekî tam heta dawiya vê salê dê ji "Dewleta Islamî" (DAIŞ) werin rizgarkirin, Wezîrê berevaniyê yê Iraqî Irfan Heyalî îro Pêncşemê (21ê Îlonê) ji Diyaruna re got.

"Iraqiyan, bi alikariya hevalên xwe, dawiya DAIŞê anîn zûtir ji ku hatibû pêşbînkirin," wî got.

Heyalî got 90% ji bajarên ku ji aliyê DAIŞê ve hatin dagirkirin hatine rizgarkirin.

"Aniha em dikin ku em dawiya kontrolkirina DAIŞê ji Iraqê re îlan bikin di rêya veegeerandina her çar bajarên mayî -- Hiwêca, Anah, Rewa, û Qaimê," wî got.

Ev yek berî dawiya salê dê pê were, wî anî ziman.

"Hevpeymaniya navdewletî piştgiriyê ji hêzên Iraqî re dabîn dike û rolekê di piştgiriya locistî û rahênanê de dilîze," wî got.

"Hejamara terorîstên DAIŞê bi awayekî balkêş kêm bûye bi saya operesyonên rizgarkirinê yên ku di van mehên dawî de bi hezaran ji wan tune kirin," wezîrê berevaniyê got.

Derbarê rizgarkirina bajarên Ferata Jorîn û Hewîcayê, wî got, "Em dê nûçeyên baş derbarê serkeftinê de nêzîk pêşkêşî we bikin."

"Dijmin şikestî ye û hêzên me pêşveçûnên mezin li qadên şer cîcicî dikin ."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500