Nûçeyên Iraqê

16 endamên DAIŞ di êrîşên hevpeymaniyê de li rojavayê Enbarê hatin kuştin

Êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê êrîşî kargeheke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li bajarokê Anah kir şeva roja Çarşemê (20ê Îlonê), 16 endamên rêxistinê kuştin, Fermandariya Operasyonên Enbarê roja Pêncşemê got.

"Hevpeymaniya navdewletî kargeheke bomberêjkirina otombîlan bi teqemenî û bombeyên bidestçêkirî li rojavayê Anah armanc girt û bi temamî wêran kir, şeş terorîstên ku têde bûn kuştin," berdevkê fermandariyê eqîd Mihemed Dulêmî ji Diyaruna re got.

Êrîşên asmanî herwiha komeke çekdarên DAIŞ û avêjerên rokêt destkird ku gef li ser Hêzên Teybet ên Iraqî çêdikir kirin hedef, wî got, da zanîn jî ku 10 çekdar di êrîşê de hatin kuştin û çek û wesayîtên wan hatin rûxandin.

Anah, ku nêzîkî 100 kîlometran li rojhilatê sînorê bi Sûriyê re ye, yek ji sê bajarokên li Enbarê ye ku hîn di destê DAIŞ de mane.

Roja Sêşemê, hêzên Iraqî êrîşek destpê kirin ji bo vegerandina bajarok û deverên derdora wî ji DAIŞ.

Lê mayîn û teqemeniyên din ku ji aliyê tundrewan ve hatine çandin pêşketina hêzên Iraqî hêdî dikin, AFP roja Çarşemê ragihand.

"Em tenê çend sed metran ji (bajarokê) Anah dûr in lê berbesta mezin mayîn û teqemeniyên ku ji aliyê DAIŞ ve hatine çandin," eqîd Ehmed Dulêmî li bereyên şer ji AFP re got.

Dumanê reş ji bajarok bilind dibû ji bermîlên petrolê yên ku çekdarên DAIŞ dişewitandin ji bo nuximandina asman li ber çavê balafirên şer ên hevpeymaniyê û helîkopterên Iraqî yên ku piştgiriya pêşketina Iraqî dikin, di nav agirê çekên automatîk ê qutqutî de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500