Nûçeyên Iraqê

Bêtirî 13,000 xelkê aware di hefteyekê de vedigerin Mûsilê

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqî roja Çarşemê (20ê Îlonê) ragihand ku bêtirî 13,000 xelkê aware yên Mûsilê vegeriyane malên xwe di hefteya borî de.

Berpirsa di wezaretê de Ciwan Mehmûd, ku berpirsyara şopandina dosyeya awarebûnê ye, got ku 13,546 awareyên ku li kampên Xazer, Hesen Şam, Giwêr û Medrec diman vegeriyane malên xwe li rojhilat û rojavayê Mûsilê.

"Malbat vegeriyane warê xwe ji bo berdewamkirina jiyana xwe ya asayî piştî ku hêzên Iraqî deverên wan rizgar kirin û paşmayiyên DAIŞ rakirin," Mehmûd got.

"Em berdewam in li ser vegerandina xelkê bo malên wan ... bi hevahengiya NY û rêxistinên navdewletî," wê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500