Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî endamekî berz ê DAIŞ li Remadî digrin

Çar endamên terorîst, di nav de endamine berz ên "Dewleta Islamî" (DAIŞ), sibeha Sêşemê (19ê Îlonê) di êrîşekê de li bakurê Remadiyê hatin girtin, Fermandariya Operesyonên Enbarê got.

"Hêzên Iraqî çar terorîst girtine, di nav wan de Şakir Ensarî, endamekî berz ê DAIŞ ê tê xwestin, yê ku ciza nehazir lê hate birîn," berdevkê fermandariyê eqîd Mihemed Dilêmî ji Diyaruna re got.

"Girtin di êrîşeke li ser anavhiyeke niştecî çêbû, êrîşa ku li ser bingeha pêşniyarên nişteciyên xwecihî bû," wî got.

Wî got ku di operasyonê de wan dest danî ser heft narincokên destî, sê yelekên teqîner, çekên têvil, teqemenî, telefonên berîkê, kompîter û mêjerek ji pereyên bi diravên biyanî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500