Nûçeyên Iraqê

Êrîşeke xwekujî li ser xwaringeha Beycî 3 kesan dikuje

Du êrîşkarên xwekuj xwe li xwaringehekê li Beyciya Selahedîn roja Sêşemê (19ê Îlonê) teqandin, Wezareta Karê Hundir a Iraqê got.

Êrîşa li ser xwaringeha Qelaa li ser rêya navdewletî navbera Tikrît û Beycî de, li devera Hecac, sê sivîl kuştin û 34ên din birîndar kirin, berdevkê wezaretê emîd Saed Maen di daxuyaniyekê de got.

"Hêzên ewlekariyê êrîşkarekî sêyem li derveyî xwaringehê kuşt," daxuyaniyê got.

"Polîsan yek ji êrîşkaran weke endamekî 'Dewleta Îslamî' (DAIŞ) destnîşan kirin," daxuyaniyê got, anî ziman jî ku lêkolîn derbarê êrîşê hatiye vekirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500