Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqê bo cenga Qaîm ketin tevgerê de

Haziriyên bo rizgarkirina bajarê Qaîm li rojavayê Iraqê ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) nêzî temambûnê ne, Fermandariya Operasyonên Enbarê roja Duşemê (18ê Îlonê) got.

"Hêzên Iraqî dest bi amadekriyên bo cenga Qaîm kirin piştî rojekê ji rizgarkirina Ekaşat" roja Yekemê, peyvdarê fermandariyê eqîd Muhemed Dulêmî ji Diyaruna re got.

Hêzên polîs û Artêşê, bi piştgiriya şervanên êlan, amadekariyên bo şer dest pê kirine, wî got, û da zanîn jî ku belavokên selametiyê hatin barandin bo hişyarîkirina xelkê û dayîna rênmayên selametiyê.

"Balafirên şer ên hevpeymaniyê dest bi armanckirina xetên pêşîn ên DAIŞ li derdora bajêr kirin û avêjerên wan ên rokêtan wêran kirin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500