Nûçeyên Iraqê

Karwana DAIŞ a asêmayî gihişte Dêrazorê

Basên çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ku li biyabana Sûriyê asê mabûn gihiştin erdê di destê tundrewan de piştî ku hevpeymaniya navdewletî çavdêriya li ser karwanê sekinand, AFP roja Çarşemê (13ê Îlonê) ragihand.

Dronên hevpeymaniyê karwana 11-otombîlî ya asêmayî bo çend rojan dorpêç kiribû û bi berdewamî çekdarên DAIŞ dikirin armanc dema ku ji otombîlan dûr diketin.

Lê karwana, ku 200 çekdarên DAIŞ û 200 sivîl li xwe digirt, gihişte Dêrazorê li rojhilatê Sûriyê "piştî biryara hevpeymaniyê ku çavdêriya xwe ji karwanê rawestîne", Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Çavkaniyeke li ser erdê ji AFP re got ku "karwan gihişte parêzgeha Dêrazorê".

Hevpeymaniyê roja Înê balafirên xwe yên li ser karwanê difiriyan ji asman vekişandin, berpirsiyaran got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500