Nûçeyên Iraqê

Dadgeheke Iraqî endamekî DAIŞ yê Rûsî bi sêdarekirinê ceza dike

Dadgeheke Bexdayê roja Sêşemê (12ê Îlonê) cezayê sêdarekirinê li endamekî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) yê xwedî nasnameya Rûsî birî, ev yek jî yekem ceza ji vî cureyî ye.

"Dadgeha Tawanan a Navendî guhdariya dosyeya tometbarekî Rûsî kir ku girêdayî tiştê bi navê Lîwayê Zerqawî ye, ew jî yekîneyeke çekdar a DAIŞ e," berdevkê Encumena Dadwerî ya Bilind li Iraqê dadwer Ebdulsetar Bêreqdar di daxuyaniyekê de êvara roja Sêşemê (12ê Îlonê) got.

"Hêzên ewlekariyê tometbar di operasyona li rojavayê Mûsilê girtin piştî ku gule pêre nemanbû," wî got.

Tometbarê, 28 salî, mukir hat ku wî êrîşine terorîstî li dijî hêzên ewlekariyê ji 2015an ve pêk anîne.

"Cezaya sêdarekirinê destpêkî ye û dikare were tanekirin", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500