Nûçeyên Iraqê

Hevpeymanî çeperên DAIŞ bi dirêjahiya sînorê Sûriyê dike armanc

Êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê, bi hevahengî ligel hêzên Iraqî, çeperên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Huseyba bi dirêjahiya sînorê bi Sûriyê re kirin armanc, Fermandariya Operasyonên Enbarê Çarşemê (13ê Îlonê) got.

"Balefirên şer ên hevpeymaniyê sibeha roja Çarşemê sê çeperên DAIŞ wêran kirin, di nav de du avahî û şikefteke çiyayî li zincîra sînorî [ya bi Sûriyê re], li Huseybayê," berdevkê fermandariyê eqîd Muhemed Dulêmî ji Diyaruna re got.

"Çardeh terorîst hatin kuştin û çar otombîl û veşargeheke çekan hatin wêrankirin di êrîşên asmanî de," wî got.

Operasyon bi hevahengî ligel fermandariya piyada ya artêşa Iraqî hatin encamdayîn, li gorî Dulêmî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500