Nûçeyên Iraqê

Navendên polîs li Teleferê dîsan hatin vekirin, operasyonên paqijkirinê jî destpê kirin

Her sê navendên pêşîn ên polîs li Teleferê hatin vekirin û operasyonên paqijkirina bajêr û hilanîna tevahiya paşmahiyên şer destpê kirin, Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqî roja Çarşemê (6ê Îlonê) got.

"Dê tîmên polîsan li ser çendîn rêbendan bên belavkirin, ew dê alîkariya rêxistinkirina bajêr, lêgerîna li malan bo piştrastbûn ji nabûna gefên terorîstan û teqemeniyên li paşmayî û parastina welatiyan bikin," berdevkê fermandariyê emîd Yehya Resûl got.

"Ev yek dê rêxweşker be ji vegera welatiyan bo warên wan re," wî got.

Di heman demê de, kampaniyên paqijkirinê yên astbilind li Teleferê hatin destpêkirin bo rakirina paşmayên otombîlan û avahiyan û paşmahiyên şer, û nûvekirina rêyan û reşandina dermanên kêzikan, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500