Nûçeyên Iraqê

Lêkolîneke NY: Rejîma Sûriyê li pişt bikaranîna gaza sarîn a Nîsanê ye

Lêkolînerên tawanên şer ên NY Çarşemê (6ê Îlonê) gotin ku belgeh li ba wan hene ku hêzên rejîma Sûriyê li piştêrîşa kîmawî ya ku bi dehan kes li Xan Şêxûn meha Nîsanê kuştin, bûn, AFP raport kir.

Di yekemîn raporta NY a ku Şamê bi êrîşê sûcdar dike, Komîsyona Lêpirsînê ya NY a derbarê Sûriyê got ku wê "gelek agahiyên piştrast" kom kirin ku ew derdixin ku Şam li pişt êrîşa 4ê Nîsanê ya bi gaza sarîn bû, êrîşa ku herî kêm 83 kes têde hatin kuştin.

Beriya rojekê, dozgerê ku pêşengiya hewla nû ya NY a lêkolîna di krîzê de dike got ku aniha cîhan "gavekê nêzîktirî" dadweriyê ye derbarê tawanên şer ên ku li Sûriyê qewimîne ew jî bi avakirina desteyeke nû.

Catherine Marchi-Uhel ji Feransayê berpirsê "Mîkanîzma nû a navdewletî, bêalî û serbixwe ye", a ku bi amadekirina dadgehkirinên derbarê tawanên mezin ên şer li Sûriyê hatiye erkdarkirin.

Marchi-Uhel got ku dê panela wê di asteke bilind de ligel Komîsyona Lêpirsînê ya NY kar bike, komîsyona ku raportên rêxistinkirî yên ku hûragahiyên Milmilaniya Sûriyê pêşkêş kirine.

Hevbendiyeke ji çend zilhêzên Rojavayî di nav de Amerîka, Brîtanya û Fransa, sala bihûrî bi serkeftî kar bo pêkanîna vê desteyê kir.

Marchi-Uhel got ku berpirsiyariya wê ew e ku hemû faylên îdîayan ên ku dê di her dadgehkirinekê de bên bikaranîn-- çi hundirîn û çi navdewletî -- kom bike ku dikare rêkaran li dijî encamderên tawanên navdewletî yên mezin li Sûriyê bistîne.

"Em gaveke din nêzîktirî dadgehkirinê û dadweriyê ne," wê got, û hêvîdar bû ku dê karê wê "bandoreke girîng" li tundûtûjiya ku li ser zemînê didome bike.

Desteya wê rê dide wê ku ew dozan li dijî her aliyên şer vebike, di nav de komên dijberiyê û tundrewên mîna "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), û herwiha rejîma Sûriyê û artêşa wê.

Beirya aniha komîsyonê hamû alî bi encamdayîna tawanên şer li Sûriyê sûcdar tohmetbar kiribûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500