Hêzên Iraqî herî kêm 50 çekdarên "Dewleta Islamî" (DAIŞ) di operasyonên paqijkirina deverê ji çekdarên ku li devera derdora Telefer mabûn kuştin, Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqî roja Sêşemê (5ê Îlonê) ragihand.
"Hêzên artêşê, bi piştgiriya hevpeymaniya navdewletî, ligel molgehên terorîstan li derdora Telefer û Eyadiyah pev çûn," berdevkê fermandariyê emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.
"Herî kêm 50 terorîst hatin kuştin û dest hat danîn li ser çek, wesayit û cebilxaneyên ligel wan," wî got, anî ziman jî ku hêzên Iraqî niha li zevî û biyabanên derdora devera Telefer digerin.
Serokwezîr Heyder Ebadî 31ê Tebaxê ragihand ku hêzên Iraqî bi temamî bajarê Telefer û deverên li derdorê jii DAIŞ vegerandin.