Nûçeyên Iraqê

Paşayê Ûrdunê hêviya agirbesteke berferehtir li Sûriyê dike

Paşa Ebdula yê Ûrdunê roja Sêşemê (29ê Tebaxê) got ku ew hêvî dike agirbesta dawî li başûrê Sûriyê belav bibe beşên din ên welat daku rê bide aştiyeke li gorî danûstandinan, li gorî AFP.

Paşanişîn bi 370 kîlometran hevsînorê Sûriyê ye, cihê ku ji dema ku şer di sala 2011an de dest pê kir zêdetirî 330,000 kes lê hatine kuştin û bi milyonan bêwar bûn.

Agirbestek ku ji aliyê Ûrdun, Rûsya û Amerîka ve li parêzgehên başûrê Deraa, Quneytra û Swêda hatiye sepandin, ji dema ku bi bihêz roja 9ê Tîrmehê hat lidarxistin, bi awayeke giştî berdewam e.

"Li Sûriyê, em hêvî dikin ku agirbesta li başûr-rojava dê li cihên din ji welat bê dubarekirin, daku rê bide çaresereke siyasî ku yekparçeya xaka welat garantî bike û rijandina xwînê bidawî bîne," Ebdula, di dema serndana Keneda di konfranseke rojnamevanî de ligel Serokwezîr Justin Trudyû, got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500