Operasyoneke berfireh a lêgerînê ji bo paqijkirina biyabana rojavayî ya Enbarê ji endamên "Dewleta Islamî" (DAIŞ) roja Sêşemê (29ê Tebaxê) hat destpêkirin, Fermandariya Operasyonên Enbarê ragihand.
Yekîneyên Fermandariya Operasyonên Enbarê operasyoneke maliştin û gerê ji bo nêçîrkirina endamên DAIŞ û jinavbirina cihên wan pêk tînin, fermandar emîd Mehmûd Felahî di konfranseke rojnamevanî de got.
"Operasyonên gerê ji Kîlo 160 li rojavayê Remadî dest pê kir, heta bi Rutbayê, û ber bi bakur ve bi dijrêjahiya 100 kîlometran bo nava Rutba û Wadî Horan," wî got.
Pêngava, ku piştgiriiya asmanî ji helîkopterên Iraqî û balafirên serbazî yên hevpeymaniya navdewletî werdigre, heta niha ambareke çekan û tankerên ku DAIŞ ji bo tijîkirina wesayitên xwe bi petrolê pêşiya êrîşên terorî dîtine.