Nûçeyên Iraqê

Sûriyên li Turkiyê di Cejna Qurbanê de berê xwe didin welat

Bi dehên hezaran Sûriyên ku reviyabên Turkiyê bi awayekî demkî vedigerin Sûriyê ji bo pîrozkirina Cejna Qurbanê, AFP roja Duşemê (28ê Tebaxê) ragihand.

Nêzîkî sê milyon Sûrî li Turkiyê penaber in ji dema destpêkirina şerê Sûriyê di 2011an de.

Lê seqamgêriya rêjeyî li hinek deveran li bakurê rojavayê Sûriyê peyda dibe.

Desthilatên li parêzgeha Kilis a li başûrê Turkiyê û li ser sînorê Sûriyê sîstemeke taybet danîne ku bi rêya wê Sûrî dikarin vegerin welatê xwe ji bo Cejna Qurbanê û piştre vegerin Turkiyê.

Piştî daxistina hûragahiyên xwe li ser malpereke taybet a înternetê, ew dikarin bi rêya deriyê sînorî yê Oncupinar heta Çarşemê ji Turkiyê derkevin, û divê heta 15ê Cotmehê vegerin.

Berpirsekî navxweyî li Turkiyê got ku heta niha 40,360 Sûriyan sînor derbas kirine, û rojane 4000 derbas dibin.

Ji 15ê Tebaxê ve rê ji derbasbûnê re hatiye dayîn, li gorî parêzgariya Kilis.

Sûrî vedigeriyan bajarokên Bab û Cerablusê, yên ku ji endamên "Dewleta Îslamî" hatin paqijkirin di Operasyona Mertala Firat de.

Turkiyê îsal ji bo Cejna Remezanê jî hiştibû Sûrî vegerin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500