Nûçeyên Iraqê

Rêxistineke xêrkarî: Zarokên Reqa bi serjêkirin û bomban tên êşkencekirin

Zarokên reviyayî ku Reqaya Sûriyê hatine "êşkencekirin" bi jiyankirina bi salan di bin hukmê "Dewleta Islamî" (DAIŞ), rêxistina Paristina Zarokan roja Duşemê (28ê Tebaxê) ragihand.

Rêxistina ne-hikûmî hişyarî da ku dibe ku zarokên asêgeha DAIŞ dehên salan bixwazin heta ku birînên wan ên derûnî sax bibin, AFP ragihand.

Paristina Zarokan hevpeyvîn ligel zarok û malbatên wan ku ji bajar reviyane kir, cihê ku Hêzên Sûryaya Demokratîk (QSD) lê şer dikin daku DAIŞ ji nav bibin.

"Dibe ku zarokên Reqa normal diyar bin, lêbelê di nav de gelek ji wan bi rêya tiştên wan dîtî êşkencebûyî ne," birêvebera Save the Children a li Sûriyê Sonya Xûş got.

Zêdetirî 25,000 kesî, nêzî nîvê wan zarok, hîna li Reqa asêmayî ne. NY banga rawestandina şer dike daku rê ji sivîlên mayî re bê dayîn bo birevin.

Paristina Zarokan piştgririya rêyên ewle ji zarok û malbatan re dike, lê got ku ev tenê destpêka proseyeke dirêjtir e daku ji saxlemiya derûnî ya wan piştrast bibe.

"Pir girîng e ku zarokên ku sax derketine piştgiriya derûnî werbigrin daku alîkariya wan bike ku meamele ligel trawmaya dîtina tundûtujî û hovîtiya dûraqil bikin," Xûş got.

"Em nifşek ji zarokan dixin metersiya qedandina jiyanê li jêr êşkencê heger pêdviyênwan ên saxlemiya derûnî neyên çarekirin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500