Nûçeyên Iraqê

Şanderê NY dixwaze gereke din a gotûbêjan di navbera hêzên dijberiya Sûrî di Cotmehê de bê lidarxistin

Civîna di navbera komên opozîsyona Sûrî de li Riyadê giha rêyeke girtî, endamekî roja Sêşemê (22ê Tebaxê) got, hîn çarenivîsa Serok Beşar Esed astengî ye di rêya sazkirina enîyeke yekbûyî bo giftûgoyên aştîyê de, AFP ragihand.

Komîteya Bilind a Giftûgoyan (HNC) ya bi piştgirîya Siûdîyê îro Duşemê dest bi gotûbêjan kir bi şandên ji du kampên miyanrew yên din, ên ku bi navê komên Qahîra û Moskoyê tên naskirin, weke hewldanekê daku bigihin lihevkirinekê li ser stratîcîyeke hevbeş a danûstandinê.

Piştî mêvandarîkirina heft gerên gotûbêjan ên bi awayekî berfereh ne serkeftî bûn, şanderê NY li Sûriyê Stîfan dî Mistûra hewl da ku opozîsyonê bike yek ji ber hêvîya wî bi gereke girîng ji giftûgoyan di meha Cotmehê de heye.

"Nûnerên komên Moskoyê red kirin ku venasînê bi tu teksteke ku nîşanê bi daxwaza gelê Sûrî ya çûna Beşar Esed dike bikin," Ehmed Remedan ji hevpeymanîya niştimanî, ya ku pêkhatîyeke pêşeng e di HNC de, got.

"Asteke girîng ji têgihiştinê di navbera HNC û girûpa Qahîrayê de hebû," wî got, lê her sê komên opezîsyonê nikarî bigihin giştdîtinekê. Dê civînên pêşerojê bo baştirkirina rewşê bên lidarxistin.

Ji demeke dirêj ve çarenivîsa Esed xaleke nelihevkirinê ya sereke ye, Komîteya Bilind a Giftûgoyan ya li ser derkirina wî israr dike lê herdu kampên din xwe li helwesteke nermtir dikin xwedî.

Dî Mistûra hefteya borî got ku hevîya wî bi giftûgoyên aştîyê yên "rasteqîn" di navbera hikûmetê û opozîsyona Sûrî ya yekbûyî de heye, opozîsyona ku hîn dê di Cotmehê de were sazkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500