Nûçeyên Iraqê

NY: Zêdetirî 600,000 Sûrî vedigerin mal, bi taybetî Helebê

Zêdetirî 600,000 Sûriyên awarebûyî vegeriyane malên xwe ji destpêka vê salê, û piraniya wan çûne Helebê, li gorî Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê.

Di navbera Kanûna Duyem û dawiya Tebaxê de, rêxistinê di daxuyaniyekê de got, 602,759 Sûriyên awarebûyî vegeriyane malên xwe, û gelek ji wan behsa rewşeke aborî û ewlehiya baştir li deverên ku ew jê reviyane dikin, AFP ragihand.

Bi temamî 84% ji kesên ku vegeriyane penagehê li cihên dinên welat peyda kirine, hevdem 16% yê mayî ji welatên cîran Tirkiye, Lubnan, û Iraqê vegeriyane.

Zêdetirî çarikekî kesên vegeriyayî got ku wan wiha kir daku parastina tiştên xwe bikin, hevdem teqrîben eynî ew hejmar behsa başbûna rewşa aborî li cihê xwe kirin, û 11% behsa başbûna rewşa ewlehî kirin.

Hevdem, 14% bal kişandin xerabbûna rewşa aborî li cihê penageha xwe, rêxistinê got.

Parêzgeha Helebê îsal heta niha 67% ji kesên vegeryayî wergirtina, rêxistinê got.

Û tevî ku vegerandin ji nav Sûriyê diyar dike ku zêde dibe ye, ajansê hişyarî da ku welat hîna astên bilind ji awarebûna nû dide.

"Ji Kanûna Duyem heta Tîrmeha 2017, nêzî 808,661 kes hatine awarekirin, gelek ji wan ji bo cara duyem anjî sêyem, û zêdetirî şeş melyonan bi temamî hîna li welat aware ne," daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500