Nûçeyên Iraqê

NY bo hezarên kesên li ser sînorê Sûriya-Ûrdun asêmayî nîgeran e

Ajansên NY "nîgeraniyeke mezin" li ser emn û ewlehiya nêzî 50,000 Sûrî ku li biyabena nêzî sînorê başûrî ligel Ûrdunê berdayî mane derbirîn, AFP roja Duşemê (14ê Tebaxê) ragihand.

Daxuyaniyeke ku roja Duşemê li Emmanê hat belavkirin got ku tê texmînkirin 4,000 kes li Hadalat û 45,000ên din piraniya wan jin û zarok li Rukban li sînor asê mane.

"Êrîşên asmanî hatine ragihandin li wê deverê di çend rojên borîn de, ku nerehetiyeke mezin û tirsê di nav şêniyan pêk anî ku li ser jiyana xwe tirsan ligel metrisiya zêdebûyî ya dijwarbûna dijminatiyê," daxuyaniya Yekşemê ragihand.

Tevî ku tu qurbanî nehatine raporkirin di nav Sûriyên berdayî mayîn, daxuyaniyê got, "dever bi awayeke ku her zêde dibe ne-ewle ye", ku dibe sedem hinek xelk ji deverê derkevin.

Ev yek wan rûbirûyî "metirsî û pêmeniyeke zêdetir li cihê biyabenê dike, ku nizanin bi kû derê ve harin li gera ewlehiyê".

NY got ku kesên herên şikestinbar, piraniya wan jin û zarok, nedikarîn vegerin mal ji sedema şerê li Sûriya.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500