Nûçeyên Iraqê

Hêzên hevebeş hewleke DAIŞ a derbasbûna ji Iraqê bo Sûriyê vala derdixin

Hêzên Iraqî, bi piştevaniya balafirên şer ên hevpeymaniyê, hewleke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bo derbadbûna bo Sûriyê ji Iraqê di saetên zû yên Duşemê de (14ê Tebaxê) vala derxistin, Fermandariya Operasyonên Hevbeş got.

Hêzên hevbeş ên Iraqî 12 wesayîtên yên ku terorîstên DAIŞ hildigirtin li Rebîa li ser hevsînorê Iraq û Sûriyê rûxandin , peyvdarê fermandariyê, emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

Wî gor ku ew li hember tundrewan di saetên zû yên Duşemê de cengiyan û nehiştin ku ew bi dizî derbasî Iraqê bibin.

"Dora 35 terorîst hatin kuştin û birîndarbûn û 12 wesayîtên ku çek û teqemenî hildigirtin hatin rûxandin, û endamên din ên DAIŞ neçar kirin ku birevin bajarokê Sûrî yên nîzîk," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500