Nûçeyên Iraqê

Polîs toreke bazirganiya mirovan li Bexdayê ji hev dixe

Toreke bazirganiya mirov a 23-kesî ku destên wan di karê revandin û firotian zarokan û bazirganîkirinê bi organên wan heye li Bexdayê hat jihevxstin, wezareta hundir a Iraqî roja Înê (11ê Tebaxî) ragihand.

"Piştî çavdêriya ku hefetyan dirêj kir, hêzeke taybet a operasyonan yek ji torên herî xeternak ku destên wê di revandin, bazirganiya mirov û organên wan de hebû ji hev xist," berdevkê wezaretê emîd Saed Maen ji Diyaruna re got.

Hêzên taybet êrîşî du avahiyên tora tawanker li rojhelat û rojavayê Bexdayê kir, Maen got.

"Hêzên ewlekariyê hejmareke qurbanan, piraniya wan zarok in, rizgar kir, û 23 endamên torê girtin, 18 jinên ne Iraqî ku li Bexdayê dimînin jî di nav wan de bûn," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500