Nûçeyên Iraqê

Polîs lîderekî bilind ê DAIŞ li Mûsilê di dema guleberdanê de dikuje

Polîsê Federal ê Iraqî lîderekî bilind ê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di dema guleberdanê de li Mûsilê kuşt, berdevkê polîsê Mûsilê roja Pêncşemê (10ê Tebaxê) ragihand.

"Hêzeke Polîsê Federal Ebdilsetar Mihemed ê ku bi navê Ebi Hekem tê naskirin kuşt, ku "dadwerekî şerîetê" li Bajarê Kevin ê Mûsilê bû," rêveberê Polîsê Federal ferîq Raed Şakir Cewdet got.

Hêza polîs û Mihemed gule berdan hev beriya ku polîs êrîşî kolana Mekawî li Bajarê Kevin li Mûsilê bike, cihê ku li wir xwe veşartibû, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500