Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî bajarokê Telafer ê Nînewayê dorpêç dikin

Hêzên Iraqî bajarê Telaferê li parêzgeha Nînewayê dorpêç kiriye weke amadekariyekê ji operesyonekê re ku bajar ji "Dewleta Islamî" (DAIŞ) rizgar bikin, Fermandariya Operasyonên Hevbeş ya Iraqî roja Pêncşemê (10ê Tebaxê) got.

"Hêzên Iraqî yên hevbeş bi awayekî tam Telafer ji hemû aliyan ve dorpêç kiriye weke amadekariyekê ku êrîşî bajar bikin," berdevkê fermandariyê emîd Yehya Resûl got.

Hemû rê, derçûn, derbasgehên ku ji aliyê endamên DAIŞê ve tên bikaranîn hatin girtin, wî got, wî anî ziman ku çekdarên rêxistinê aniha di bajar de dorpêçkirî ne.

"Êrîşa rizgarkirina bajar aniha nêzîk bûye," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500