Nûçeyên Iraqê

Rejîma Sûriyê sivîlên li "zonên ewle" dikuje

Bombebarana rejîma Sûrî li ser du deverên li "zonên kêmkirina eskalasyonê" yên sist roja Pêncşemê (10ê Tebaxê) çar kesan kuştin, AFP ragihand.

Kesek hat kuştin di êrîşên asmanî yên li ser "zoneke ewle" li navenda Sûriyê de, û sêyên din jî li devereke nêzî paytextê mirin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Heftên din birîndar bûn di topbarana rejîmê de ku sê sivîl kuştin di bajarokekî di kontrola opozisyonê de li Xûteya Rojhilat ya Şamê, Rewangehê got.

"Topbarana li ser bajarokê Hemûriya sibeha roja Pêncşemê, jinek, zilamek û zarokek kuştin," rêveberê Rewangehê Ramî Ebdilrehman got.

Êrîş piştî rojekê ji bombebarana rêjîmê hat ku pênc sivîl kuştin û deh kes jî li bajarokê Kefer Betnayê yê nêzîk birîndar kirin, Rewangehê got.

Êrîşên asmanî herwiha beşine li jêr kontrola opozîsyonê li navçeya Cober a Şamê û navçeya nêzîk Eyn Terma kirin armanc.

Xûteya Rojhilat yek ji herçar "zonên kêmkirina eskalasyonê" ye -- ên din navenda parêzgeha Humsê, li başûrê welat û parêzgeha Idlibê ne-- yên di meha Gulanê de ji aliyê Tirkiye, Îran û Rûsya hatin ragihandin piştî giftûgoyên li Kazaxistanê.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Naleta Xwedê li dê û bavê vê ajansa nûçeyan bibare!

BERSIV BIDE