Nûçeyên Iraqê

QSD: Bersiva ji aliyê DAIŞ ve cenga Reqayê hêdî dike

Pêşketina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) tê hêdîkirin di cenga wê ya li Reqa de bi berxwedaneke mezin ji aliyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve, ji ber ku wê bajar bi berfirehî mîn kiriye, AFP roja Çarşemê (9ê Tebaxê) got.

Hevbendiya Erebî-Kurdî beriya du mehan derbasî nava Reqayê bû, bi piştevaniya hevpeymaniyê, û zêdetirî nîvê bajêr kontrol kir, berdevka Operasyona Xezeba Firatê, Cîhan Şêx Ehmed, got.

Lê pêşveçûna hêzan ji aliyê DAIŞ ve hat hêdîkirin, û ew bi dijwarî dicenge daku paytexta tiştê nav lê kiriye "Xîlafet" li Sûriyê di dest xwe de bihêle.

"Hêzên me pêşveçûna xwe di nava Reqayê de didomînin, lê hêdîtir e," Şêx Ehmed got.

Wê got ku QSD neh tax kontrol kirine li rojava û rojhilatê bajêr, lê DAIŞ berevaniyeke dijwar di ber heft taxên mayî de dike.

"Piştî ku ji hemû aliyan ve hate dorpêçkirin, ti bijarde li ber DAIŞ tune ye ji bilî xweradestkirin û mirinê," wê got. "Vê yekê karvedana wê dijwar kiriye."

Wê got ku DAIŞ teqemenî "li her senîmetrekî" li bajêr çandine, vê yekê jî pêşketina QSD hêdî kir.

Şêx Ehmed got ku QSD rastî nîşangir û dronên biçekkirî yên DAIŞ dihat, û da zanîn jî ku rêxistinê êrîşên bi staylê komando li zeviyên ku vê dawiyê QSD kontrol kirine pêk tanîn.

Lê wê got ku pêngav pêş dikeve "bi gavên sabit, û eger hêdî be jî ti problem tune ye".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500