Hêzên ewlekariya Îraqî îro Sêşemê (8ê Tebaxê) endamekî bilind ê "Dewleta Islamî" (DAIŞ) ê ku ji ber sûcên terorîzmê daxwazkirî ye girtin, Wezareta Hundir a Îraqî got.
"Di dema kampanyaya lêgerînê rojane de ku ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat pêkanîn, Ehmed Dilêmî, endamekî bilind ê DAIŞê yê ji ber sûcên girêdayî terorîzmê tê xwestin, di xezana avê de ku xwe têde veşartibû li taxa Nûr, rojhilatê Mûsilê, hat dîtin," berdevkê wezaretê emîd Saed Maen ji Diyaruna re got.
Dema ku Dilêmî hat dîtin tifingek û alaveke kommunîkasyonê pêre bûn, wî got.
"Girtin girîngiya berdewamkirina operasyonên lêgerîna li endamên DAIŞê nîşan dide, endamên ku belav bûn piştî ew têk çûn," wî got.