Êrîşeke mezin a "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ku taxeke nişînbûyî li paytexta Iraqê kire armanc roja Sêşemê (8ê Tebaxê) hat pûçkirin, Fermandariya Operasyonên Bexdayê got.
"Hêzên Ajansa Dije Terorê du endamên DAIŞ ku xwe di wesayîtekê de li Amiriya veşartibûn girtin, êlekekî teqîner, 14 bombeyên bidestçêkirî yên bi qelafetên corecor û cebilxane û teqemenî dîtin," Fermandariyê di daxuyaniyekê de got.
"Girtî mukir hatin ku wan pilan dikir ku bi operasyoneke mezin sivîlan bikin hedef," daxuyaniyê got.