Nûçeyên Iraqê

Rejîma Sûriyê li hember DAIŞ li nêzî Dêrazorê pêş dikeve

Hêzên rejîma Sûriyê bi dirêjahiya şevê li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li bakur û navenda welat pêşketin, û nêzîkitirî cenga mezin a Dêrazorê ya girîng dibin, AFP roja Yekşemê (6ê Tebaxê) got.

Rewaneha Sûrî bo Mafên Mirov got ku rejîma Sûriyê "pêşveçûneke mezin" li başûrê Reqayê pêk anî.

"Aniha hêzên rejîmê bi tenê çar kîlometiran ji bajarokê Madan dûr in, ew bajarok jî dawîn cih e ku DAIŞ li gundewarê Reqayê kontrol dike," Rewangehê got.

Madan dikeve tenîşta tixûbê di navbera parêzgeha Reqayê û parêzgeha Dêrazor de, ya ku DAIŞ piraniya wê kontrol dike.

Tundrewan hêzên rejîmê û sivîl di hundirê navenda parêzgehê de dorpêç kirine ji 2015an ve.

Rejîma Sûriyê û hevalbendên wê li başûrê parêzgeha Reqayê li dijî DAIŞ dicengin bi cuda ji pêngava Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), QSD hevbendiyeke Erebî-Kurdî ye û li nava bajarê Reqayê şer dike.

Rejîm herwiha li navenda parêzgeha Humsê şerê DAIŞ dike, û li wê derê wan bi şev dawîn bajarokê di destê DAIŞ de kontrol kir, Rewangehê got.

Kontrolkirina Suxna rê ji rejîmê re vekir ku bi mihwerekî din ber bi Dêrazorê ve pêş bikeve.

Ti piştrastkirineke fermî nebû ku Suxna ji hikûmeta Sûriyê hatiye standin.

Rewangehê got ku herî kêm 64 çekdarên DAIŞ di pevçûnên bi rejîmê re û êrîşên asmanî de li seranserî herêma Badiyê roja Şemiyê hatine kuştin. Ji kuştiyan 30 di şerê Suxna de mirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500