Nûçeyên Iraqê

Berpirs: Kesê ku êrîşa topa pê ya li Albanya plan kiribû li Sûriyê hat kuştin

Hevpeymaniya navdewletî ku şerê "Dewleta Islamî" (DAIŞ) li Sûriyê dike plankerê êrîşa çepel a ku matşeke topa pê sala 2016an li Elbanya kir hedef kuşt, AFP roja Pêncşemê (3ê Tebaxê) ragihand.

Lavdrim Muhaxheri di êrîşeke asmanî de roja 7ê Hezîranê li nêzî Meyadîn, ku dikeve nêzî Dêrazorê li rojhelatê Sûriyê hat kuştin, berdevkê hevpeymaniyê eqîd Ryan Dîlon ragihand.

"Ew bi regez Elbaniyekî ji Kosovo bû û wî xwe weke lîderê çekdarên DAIŞ ên biyanî ji Kosovo dida nasîn," wî got.

Berpirsên Elbanî çar kes bi plankirina êrîşa tesfiyatên Cama Cîhanî li Elbaniya Mijdara borî hatin sûcdarkirin.

Divabû ku lîstik li bajarokê bakûrî yê Şkodra pêk hatibe, lê belê piştre li Elbasa, nêzî 45 kîlometran ji paytexta Elbanî Tirana dûr, ligel amadebûneke mezin a hêzên ewlekariyê pêk hat.

Dîlon got ku Muhaxheri "bilindtirîn û tundrewtirîn çekdarê regez Elbanî bû" li Sûriyê ku berpirs bû li ser arandina îdolojiya tundrew li Ewropa û handana çekdarên biyanî ku ber bi erdên li jêr kontrola DAIŞ efer bikin.

"Ew ji plankirina hejmareke mezin a êrîşên terorîstî jî berpirs bû," plana bombekirina lîstika topa pê li Elbanya yek jiwan bû, Dîlon got.

Dîlon got ku "hevkarên" din ên Muhaxheri jî hatin kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500