Nûçeyên Iraqê

Polîs: Erîşa binketî ya li ser balafira Australiya ji aliyê DAIŞ ve pêk hat

Zilemek ji aliyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatibû erkdarkirin ku balefireke Etihad Airways bîne xwarê hewl da ku rêwiyekî gumalênekirî bikar bîne daku teqînekê encam bide, Polîsê Australî roja Înê (4ê Tebaxê) got.

Amûra pêşketî, ku dikare "teqemeniyên serbazî yên pêşketî" bikar bîne, dihat hewldayîn ku bi qaçaxî derbasî geşteya 15ê Tîrmehê ji Sêdnî bê kirin, lê ev hewl hat beravêtinkirin berî ku ziyanê bigihîne ewlehiyê.

Tedbîrên ewlekarî li balafirgehên mehelî û navdewletî li seranserî Australiya hatin tundkirin piştî ku çar kes hatin girtin di xarekê de li Sêdnî roja Şemiyê.

Du kesên Lubnanî-Australî -- Xalid Xeyat, 49, û Mehmûd Xeyat, 32 -- bi tawanên terorê hatin sûcdarkirin lê wan roja Înê ew hukm tane kir. Yek ji wan herçar kesan serbest hat berdan û yê din hîna lêpirsîn pêre tê kirin.

Polîs eşkere kir ku yekî ji wan bombe xistibû çentê kesê rewî de, raporên medyaya lokal gotin ku çente yên wî kesî bi xwe bû, û birayê wî bêsûc e.

Karbidestan herwiha pilaneke din çepel kir ku têde "amûrekî ku madeyên kîmawî diavêje" hat bikaranîn, daku Hîdrojîn Sulfîd bibexşe, lê ev pilan di qonaxên xwe yên destpêkî de bû.

Hîdrojîn Sulfîd gelekî jehrîn e, û herî zêde kujêner e ji kesên ku rastî tên.

Pilana duyem hat naskirin piştî ya pêşîn bibinket, polîs eşkere kir, û ne girîng bû ku balafirek kirbane hedef.

Wî got ku komplo ji aliyê "endamekî bilind yê DAIŞ ve" li derve hatibû hûnandin.

Polîs dê nasnameya kesê bi DAIŞ re têkildar nede xuyakirin lê got ew dê îdia bike ku zilam jêre hatin naskirin bi rêya xizmekî, ku endamekî blind ê DAIŞ e li Sûriyê.

Armanca geşteya asmanî nediyar bû, tevî ku raporan berê pêşniyar kir ku Ebûzebî bû. Etihad destpêka vê hefteyê tekez kir wê bi desthiladariyan re li Australiya li ser lêpirsînên wan kar dikir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500