Nûçeyên Iraqê

Iraq goreke komî li bajarekî ku berê di destê DAIŞ de bû dibîne

Hêzên Iraqî goreke komî li rojavayê Remadî dît ku 40 termên zilaman di nav de hebûn ku tê bawerkirin ji aliyê "Dewleta Islamî" (DAIŞ) ve hatine kuştin, AFP roja Înê (4ê Tebaxê) ragihand.

Ev ya herî dawî bû ji nav bi dehên dîtinên tirsyar ên ku hêzên Iraqî dîtine ji dema ku tundrew ji wan deverên berfireh li bakur û rojavayê Iraqê derxistin ku di 2014an de hatibûn dagirkirin.

Emmar Nûrî Dilêmî, berpirsek ji Komîteya Şehîdan a Paêrzgeha Enbarê, got ku birînên fîşekan di serê terman de hebûn, ku nîşan dide ew ji aliyê DAIŞ ve hatine kuştin.

Eqîdekî artêşê, ku nexwest navê wî bê gotin, got ku hêz gora komî dîtin dema paqijkirina taxa Taç li başûrê Remadî, paytexta parêzegehê.

Artêşê di Kanûna Yekem de bajar vegerandibû.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500