Polîsên Iraqî veşargeheke bazirganiya çek û cebilxaneyan li bakurê-rojavayê Bexdaya paytext giritn, Fermandariya Operasyonên Bexdayê roja Çarşemê (2ê Tebaxê) ragihand.
"Li ser bingeha agahiyên tekûz û çavdêriya milîsên tawanan ên rêkxistî, hêzek ji Fewca 6ê ya Polîsên Federal ên Iraqî veşargeheke bazirganiyê bi çekên sivik û navincî li devera Dunam kontrol kirin," fermandariyê di daxuyaniyekê de got.
Veşargeh bo bazirganiya cebilxane, moşekên Katiyuşa, bombeyên RPG7 û moşekên din dihat bikaranîn, daxuyaniyê got.
"Bazina tawanî ku berpirsa veşargehê bû hat naskirin û em niha li pey wan digerin," daxuyaniyê got.