Deh kesên daxwazkirî, di nav wan de heşt ji endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), di operasyoneke polîsan de van herdu rojên bûrî li parêzgeha Kerkûkê hatin girtin, polîsê Îraqî li Kerkûkê îro Înê (28ê Tîrmehê) got.
"Hêzên hevbeş dest bi operasyoneke mezin kirin daku şaneyên DAIŞê yên razayî û kesên ji ber bûyerên kuştin û diziyê daxwazkirî ne bigrin," cîgirê serokê polîsan Emîd Serhed Qadir ji Diyaruna re got.
Heşt terorîstên gumanbar yên hatin tawanbarkirin ji ber ku têkiliya wan bi DAIŞê re hene hatin girtin "di nav wan de endamekî berz ê DAIŞê yê bi navê Saed Mulûkî", wî got.
Herwiha dest li ser çek û teqemeniyên cuda di operasyonê de hatin danîn.