Nûçeyên Iraqê

Rewangeh: Pevçûn zona agirbesta li Sûriyê dihejînin

Pevçûn bi dirêjahiya şevê li devera di destê opozisyonê de li derveyê Şamê destpê kirin, herwiha lêdanên asmanî ji aliyê rejîmê ve pêk hatin, tevî rêkeftina agirbestê, roja Çarşemê AFP (26ê Tîrmehê) ragihand.

Zonekek agirbestê bi piştevaniyeke navdewletî, ku beşinan ji Xûta Rojhilatî li xwe digre, roja Şemiyê pêk hat.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got şerê bi şev qewimî yê yekem bû li herêmê ji dema ku agirbestê destpê kiriye.

Hêzên rêjîmê bi çekdarên Feyleq el-Rehman re pevçûn - çekdarên ku bi Eniya Nusra re hevbend in -- li navçeya Eyn tirmayê, Rewangehê got.

Şer sibeha Çarşemê kêm bû, lê balefirên şer ên rêjîmê piştre êrîşî herêmê kirin.

Êrîşên asmanî yên rêjîmê li navçeya Etaya ya Xûtaya Rijhilatî xistin, keçikek kuştin û heft sivîlên din birîndar kirin, herwiha wan li bajarokê Zemelkayê jî xist.

Êrîşên nû piştî du rojan ji êrîşên asmanî yên rêjîmê li ser navçeya Erbîn li Xûtaya Rojhilatî hatin, êrîşa ku 12 sivîl kuştin, di nav wan de zarok jî hebûn.

"Êrîşên asmanî û pevçûn binpêkirin in ji agirbestê re," birêvberê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500