Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî malên DAIŞ ên vehesandinê û veşargehên çekan li Bexdayê dibînin

Hêzên Iraqî gelek malên vehesandinê yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û veşargeheke çekan di êrîşên pircar de dîtin ên ku navçeya Letîfiyê li başûrê Bexdayê kirin armanc, Fermandariya Operesyonên Bexdayê îroj Sêşemê (25ê Tirmehê) got.

"Hêzên Iraqî yên hevbeş gelek malên vehesandinê yên DAIŞ dîtin, pênc malên bi teqemeniyan bombekirî bêbandor kirin û destên xwe danîn ser cebilxane û çekên corecor di operesyonên cuda de li Letîfiyê," fermandariyê di daxuyaniyekê de got.

Herwiha wan destên xwe danîne ser qeyikeke ku teqemenî û roketên DAIŞ yên xwecihî hatine çêkirin tê de hebûn û hejmarek ji teqmeniyên bidestçêkirî teqandin, daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500