Nûçeyên Iraqê

Tehrîr Şam Idliba Sûriyê dixe jêr kontrola xwe

Hevbendiya tundrew Tehrîr Şam bajarê Idlibê, yê dikeve bakurê Sûriyê, roja Yekşemê (23ê Tîrmehê) xiste jêr kontrola xwe piştî du rojan ji lihevkirina bidawîanîna şer ligel rêxistineke hevrika xwe, li gorî AFP.

"Ehrar Şam ji bajarê Idlibê vekişiya û ew aniha li jêr kontrola Tehrîr Şam e," serokê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, Ramî Ebdul Rehman, got.

Heftiya bûrîpevçûnên dijwar navbera Tehrîr Şam û Ehrar Şam li piraniya parêzgeha Idlibê dereketin, di nav de li dergehê sînorî yê girîng bi Tirkiyê re, Bab el-Hewa, beriya ku agirbestek derengiya roja Înê bê ragihandin.

Bi sedan çekdarên Ehrar Şam "bajar li pişt xwe hiştin bi rêya bi dehên otombîlên ku ber bi başûrê parêzgeha Idlibê ve diçûn", Ebdul Rehman got.

Wî got jî ku Tehrîr Şam rêbend li seranserî bajarê ku dikeve bakurê rojavayê welat danîne.

Ketina bajarê ku paytexta parêzgehê ye di destê hevbendiya tundrew de hat piştî ku Rewangehê got ku wan "bêhtirî 31 gund û bajarok" kontrol kirin li seranserî parêzgehê di herdu rojên dawî de.

Kontrolkirina gund û bajarokan a bê xwînrijandinê piştî ragihandina agirbestê roja Înê pêk hat.

Otombîleke bombekirî ku li Idlibê roja Înê teqiya 11 kes kuştin, li gorî Rewangehê.

Ebdul Rehman got ku hebûna Ehrar Şam bi awayekî berçav li parêzgeha Idlibê, ya ku ew têde serdest bû, berteng bûye. Hebûna çekdarên rêxistinê bi tenê li bajarokê Erîha û li beşekî ji Cebel Zawiyê li başûrê rojhilat maye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500