Nûçeyên Iraqê

Kemînek 28 çekdarên rêjîmê nêzîkî Şamê dikuje

Herî kêm 28 leşkerên hikûmeta Sûrî û çekdarên alîgirê rêjîmê îro Çarşemê (19ê Tîrmehê) di kemînekî dijberan de li herêma Xûtaya Rojava nêzîkî Şamê hatin kuştin, AFP ragihand.

Leşkerên rastî êrîşekê ji alîyê rêxistineke opozîsyonê ve ya bi navê Artêşa Îslamê, hat dema wan hewl da ku ber bi bajarokê Rîhanê ve pêşve biçin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Herêma Xûtaya Rojava asêgeheke opozîsyonê ya sereke ya nêzîkî paytextê, gelek caran ew bûbû armanc ji operesyonên serbazî yên hikûmetê re.

Birêveberê Rewangehê Ramî Ebdultehman got ku çekdarên opozîsyonê fîşek avêtin hêzên hikûmetê gava ew derbasî devereka ku çekdaran mayîn çandibûn bûn.

Kemîn bûyera herî kujer bû ji çekdarên hikûmetê re li Xûtaya Rojava ji Sibata 2016an ve, dema ku 76 leşkerên rêjîmê di Tel Sewanê de hatin kuştin, wî got.

Xûtaya Rojava yek e ji herçar deverên "zonênê kêmkirina şer" ku di lihevkirinekê de hatine pêşniyarkirin, lihevkirina di navbera hevbendên hikûmetê de Îran û Rûsya û opozîsyona bi piştgiriya Tirkîyê di meha Gulanê de.

Lê hîn lihevkirin bi temamî nehatiye cîbicîkirin ji ber ku nerazîbûn li ser mîkanîzma çavdêriya zonên ewle heye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500