Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî Imam Xerbî ji DAIŞ rizgar dikin

Imam Xerbî, gundek ku 60 kîlometran ji başûrê Mûsilê dûr dikeve, bi temamî hatiye rizgarkirin ji "Dewleta Islamî" (DAIŞ), Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê roja Pêncşemê (20ê Tîrmehê) ragihand.

DAIŞ 5ê Tîrmehê bi dizî derbasî Imam Xerbî ya Geyara bû, û gund girt û xwe li avahiyan asê kir.

"Hêzên Iraqî bi temamî gund rizgar kirin û ala Iraqî li ser avahiyên wên hatin bilindkirin," berdevkê fermandariyê emîd Yehya Resûl ragihand.

Rêya Şerqat-Mûsil, ku di nav de gund dibore, ew jî dîsan vebûye, wî ji Diyaruna re got.

Dewra 30 çekdarên DAIŞ di pevçûnan de hatin kuştin, ku bû sedema ku hinên din ber bi deverên nêz ve birevin, Resûl got.

"Çekdarên reviyayî niha bi helîkopterên me têne dûvketin," wî got.

Li bajarokê Telafer li rojavayê Mûsilê, balafirên serbazî yên Iraqî bi tundî êrîşî cihên DAIŞ û embarên cebilxaneyê dikin.

"F16ên Iraqî hejmareke êrîşên asmanî pêk anîn û çek û embarên cebilxaneyê yên DAIŞ, ku hejmarên mezin ji çek û teqemeniyan dihewînin, armanc dikin û wêran dikin," wezareta berevaniyê roja Pêncşemê got.

"Du baregehên DAIŞ wêran bûn û nêzî şeş terorîst li Eyadiya, bakurê Telafer, hatin kuştin," wezaretê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500