Operasyonên paqijkirina Mûsilê ji bermahiyên "Dewleta Islamî" (DAIŞ) dewam dikin.
Heta niha 2 tax li rojavayê Mûsilê ji mayîn, bombeyên bidestçêkirî, û cebilxaneyên neteqiyayî hatine paqijkirin, berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqî emîd Yahya Resûl roja Çarşemê (19ê Tîrmehê) ji Diyaruna re got.
"Tîmên xwebexşên Iraqî beşdarî kampanyaya ku armanca wê vegerandina niştecihên rojavayê Mûsilê bi zûtrîn dem e bûn," wî got.
Hêzên Iraqî bi dehên malên ku bi teqemeniyan çandî bûn bêbandor kirin û bermahiyên avahiyan û wesayitên ku ziyan gihabû wan rakirin, wî got.