Hêza asmanî ya Iraqî roja Sêşemê (18ê Tîrmehê) cihên "Dewleta Islamî" li Telafer kirin armanc, û bi dehên çekdarên girûpê kuştin, wezareta berevaniya Iraqî got.
"Hejdeh terorîst hatin kuştin û pênc wesayit hatin pûçkirin li Mehelebiya, wezaretê di daxuyaniyekê de got.
Herwiha êrîşên serbazî kargeheke bombeyan wêran kir û heft terorîst kuştin ku di nav de bûn.
"Navendên fermandariya têkiliyan û cihên ku çekdarên biyanî di nav de kom dibin jî hatin wêrankirin," daxuyaniyê got, bal jî kişand ku "heşt lîderên DAIŞ û 14yên din li Geyara hatin kuştin".