Nûçeyên Iraqê

Rewangeh: Şerê Sûriyê zêdetirî 330,000 kesî kuştiye

Zêdetirî 330,000 kesan di krîza Sûriyê de hatine kuştin ji dema destpêka wê berî şeş salan ve, nêzî sêyek ji wan sivîl in, AFP roja Yekşemê (16ê Tîrmehê) ragihand.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku wê mirina 331,765 kesî li seranserî Sûriyê bibelge kiriye ji dema destpêka krîzê di navenda Adara sala 2011an de.

Di nav hejmara miriyan de 99,617 sivîl hene, rêveberê Rewangehî Ramî Ebdilrehman got, anî ziman jî ku ev hejmar yên heyama di navbera 15ê Adara sala 2011an de heta 15ê Tîrmeha sala 2017an in.

18,243 zarok û 11,427 jin di nav sivîlên kuştî de bûn, Rewangehê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500